Mustafa Sîno Serdana Desteya Bilind ya Rûsya Dinirxîne

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevanê Dengê Rûsya Mustafa Sîno serdana şandeya Destaya Bilind a Kurd dinirxîne.

Mustafa Sîno dibêje, şande li ser daxwaza fermî ya wezareta derve hate Moskow û danûstandinên wê serketî derbaz bûn.

Birêz Sîno dîyar dike ku li gor nûçeyên dawî, daxwaza Destaya Bilind ya beşdarbûna Konferansa Cenevreyê hatiye pejirandin û ew jî gavekê girîng e çimkî cara yekê ye Kurd bi nasnameya xwe di konferansekê de hazir bin.

Sîno dide zanîn ku pêgirîya Rûsyayê roleke xurt di vê biryarê de lîstiye û ew çaverê dike ku Destaya Bilind di demên nîzîk de ji alîyê hêzên din jî, wek nûnera Kurdên Sûrîyê were qebûl kirin .

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Mustafa_Sîno