NATO Dibêje 30 Xirabkar li Afganîstanê Hatine Kuştin

NATO dibêje, di encama êrîşên wê yên esmanî de, bêtirî 30 xirabkar li rojhilata Afganîsatanê hatine kuştin. NATO didi zanîn, xirabkar bizavê dikir ku êrîşî noqteyeke ewlehîyê bikin.

NATO radigîhîne, êrîşa esmanî roja Înîyê pêk hatîye, dema ku xirabkar avêtibûn ser noqteya parastinê li eyaleta Khost ya nêzêkî tixubê Pakîstanê. NATO dibêje, firokên NATOyê roja Înîyê zêdeyî 30 û Sêşemê jî jimareke din yên xirabkaran kuştin.

NATO her wiha dide zanîn, hêzên wê û yên Afganî 9 xirabkar kuştin li eyaletên Qandahar û Takharê.

NATO dibêje, di bûyereke cûda de 2 endamên wê piştî peqîna bombeyeke ser rêkê de, li başûra Afganîstanê hatine kuştin,.

Bi êrîşa Yekşemê, hejmara giştî ya qûrbanîyên hevalbendan li Afganîstanê geheşte bêtirî 530 kesan.