Necîb Balayî mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû û wî gazinde ji nivîsevan û helbestvanên nû kir cinkû lezê dikin li nivîsînê.
Necîb Balayî li sala 1962an li Gûnde Ure li devera Berwari Bala hatiye dine. Li sala 1975an, xwandina xwe ya destpêkê li Kanîmasê bi dawî aniye, li Sala 1976an bi Malbati hatine Bajarê Duhok ê.
Necîb Balayî: Helbest Kiçeka Herî Ciwan bû, lê Hinka Kirît Kirîye.
Balayî li sala 1980an xwabdina xwe ya Amadeyi li Amadeyiya Brayeti li Duhok ê bi dawî aniye, ji sala 1980 - 1981an li Zaningeha Mosil, Kolîca Abûri - beshê îdare xwandîye, li sala 1981an - 1985an li Zaningeha Beghdad beshe Zanyariyen Mirovayeti xwandiye.
Li Almnaîya ji sala 1998 - 2000 ê xwandina Mediyatîk li Akademie für Digitale Median xwandiye û bawernama Diplom bi Oline-Redakteur serkeftinek bash wergirtîye.
Ev nizîkî 30 saln e Necib Balayî aktîv di warê Rojnamevaniyê da kar dike û ji peyva kurdî hez dike, xwandina xwe hetani Zaningehe bi Kurdi xwendîye. Di gelek saziyan da li Kurdistan, Iraq û Ewropa da kar kirîye, wekî Radioya Kurdî li Bexda, yek ji damezrênrê yekemîn televiyiona herêmê bi navê Kurdistan Tv, li sala 1991an li bajarê Duhokê, Rojnama Botan, Tv Yekgirtin, Dengê Amarîka, VOA, Radioya Ewropa Azad RFE/Rl, Radioya Berlin a Azad, SFB, û pashî RBB ê. Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist – Berlin.
Jibo gûhdarî kirina bernama Ferheng û Torê Kurdî û hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel Necîb Balayî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.