Piştî Desteya Bilinda Helbijartina namzed kirina çend berbijarên BDP ê berbend kirî, li çend bajarên Tirkiya nerazîbun derketin û di tundûtîyan de nêvbera tagirên BDP ê û hêzên ewlekarîyê de xortek hatîye kuştin û çend kes birîndar bune. Heta piştî nîroya demê Tirkiya kombun ji bo çareserîyê berdewam bun. Di hevpayvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Emerîka, Nezmî Gur, berbijarê BDP ê li bajarê wanê got, eger Desteya Bilinda Helbijartina biryarek erênî liser namzed kirina çend berbijarên BDP ê nede, dibe ew beşdarî helbijartina nebin.
jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Nezmî Gur, lînka ‘guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.