Parlemanterê HDPê Alî Atalan Behsa Rewşa Dawî ya Nisêbînê Dike

Nisêbin

Li navçeya Mêrdînê, li bajarê Nisêbînê 74 roj in ku, qedexe heye û şerek giran li wir didome.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê dibêje heta niha li Nisêbînê 443 şervan hatine kuştin û roja Çarşemê 25 şervan jî teslîm bûne. Heta niha ji 70 zêdetir polîs û leşkerên dewletê di şerê li Nisêbînê de hatine kuştin.

Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Alî Atalan ji Dengê Amerîka re behsa rewşa Nisêbînê kir.

Wî da zanîn niha şer û pevçûn li taxên Abdulkadir Paşa, Yenişehir û Firatê girane ku ev hersê tax, li sînorê Qamişloyê ne.

Wî got, li taxên ku, niha pevçûn tuneye nêzî 20 hezar kes dimînin lê rewşa jiyanê gelek xerabe.

Ew dibêje nizanin ku, li taxên şer hene çend kes jiyana xwe jidest dane.

Birêz Atalan dibêje armanca operasona Nisêbînê ewe ku hemî taxên li ser sînorê Qamişlo xera bikin û li sînor herêmeke ewlehiyê çekin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li gel Alî Atalan Parlementerê HDP ê