Piştî Farqînê, Qedexa Derketinê Niha jî li Nisêbîne Didome

Bajarê Nisêbînê

14’ê meha Mijdarê qedexa 12 rojan ya li ser sê taxên Farqînê hat rakirin, lê heman roj li seranser Nisêbînê qedexeyek nû hat îlan kirin û çar roj in qedexe berdewam e.

Bajarê ku 130 hezar mirov lê dijîn, çar roj in di şertên dijwar de dijîn. Di roja duyê de Selamet Yeşilmen ya 44 salî li ber derîye xwe hat kuştin, du zarokê wê jî bi birîndar bûn.

Hin çavkanî dibêjin jina Kurd ji alîye polîsan hat kuştin, lê qeymeqamê Nisêbînê vê îddiayê red dike û dibêje Selamet bi perçê şarapnelan jîyana xwe ji dest daye.

Serokê Odeya Esnafên Nisêbînê, Evdilxenê Bilge jibo guhdarên me rewşa dawî ya bajêr radigihîne.

Xelqê Nisêbînê ji vê rewşê tengezar bûne. Serokê Jureya Esnafên Nisêbînê Evdilxenê Bilge jibo guhdarên me rewşa dawî ya navçê radiginîne.

"Niha em xwezî bi pisîkên li kolanan tînin ku ew dikarin ku bi azadî bigerin.”

Bilge dibêje niha li çar taxên navçeyê şerek giran heye û nikarin serê xwe ji derî jî derxin.

Herwiha dide zanîn dora bajêr bi tanqan hatîye girtin.

“Dewlet dibêje jiber xendekan qedexe danîne, hicet çi be jî mafê wan tuneye ku azadîya 130 hezar mirovan ji holê rakin.”