Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û sîyasetvan Bayram Ayaz derheqa xwepêşandanên girseyî yên li Misirê dipeyîve û bandorên wê yên muhtemel li welatên ku Kurd lê dijîn dinirxîne.
Birêz Ayaz dibêje, piştî serhildanên li Tûnis, Misir û welatên din, êdî rejîmên zordar yên wek Sûrîye û Îran jî mecbûr in xwe biguherin û pirtir guh bidin daxwazên hemwelatîyên xwe.
Heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin