Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Salih Cefer danûstandinên rastexwe ya li navbêra Îsraîlî û Fîlîstînyan dinirxîne, ku îro li Washingtonê destpê dibin.
Birêz Cefer dibêje, ew çaverê nake ku ev danûstandinên aştîyê serkevin, jiber ku hîn xalên girîng yên weke erd, vegera Fîlîstîyan ya penaber li derve nehatine çareser kirin.
Salih Cefer her wiha dide zanîn, çareser kirina kêşeya Fîlîstînî dê bandoreke erênî li Rojhilata Navîn bike û rê li ber çareserîya pirsa Kurdî jî veke.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî kirin” a jêrîn klîk bikin.