Nivîskar Şêxmûs Sefer Xwepêşandanên li Misirê Dinirxîne

Dîmenek ji xwepêşandanên dijî Mubarek. Qahîre. Misir

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û sendîkavanê Kurd Şêxmûs Sefer derheqa xwepêşandanîn girseyî yên li Misir û herêmê dipeyîve.

Birêz Sefer dibêje, piştî serhildanên li Tûnis, Misir û welatên din, êdî rejîmên zordar nikanin bi vî awayî bidomin û mecbûr in demokrasîyê pêş bêxin û mefê mirovan xûrtir bikin.

Şêxmûs Sefer her wiha daxuyanîya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoan ya derbarê xwepêşandanên li Misirê jî dinirxîne û dibêje, divl Erdogan guh bide daxwazîya Kurdan û mafê wan yên bingehînî, wek mafê perwerdeya bi Kurdî bide Kurdan.

Heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.