Nivîskar Salih Cefer Biryara NY Şîrove Dike

Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.

Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî do Çarşemê biryarek da û jiber kuştina sîvîlan û zêdegavîya (binpêkirin) mafên mirovan rejîma Sûrî şermezar kir.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Salih Cefer biryara Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî şîrove dike.

Birêz Cefer dibêje, biryara Civata Ewlehîyê baş e, lê kêm e. Divê civata navnetewî biryarên wiha bistînin ku pêdivîya gelê Sûrîyê pêk bîne û rê li ber hovitîya rejîmê bigire.

Salih Cefer her wiha dibêje, helwesta Amerîkayê li ser Sûrîyê ber bi başbûnê ve dihere. Gelê Sûrî hêvî dike welatên Ereb jî li dijî rejîma Esed dengê xwe bilind bikin.

Heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin