Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û lêkolînêr Tosinê Reşîd derheqa xwepêşandanên li Lîbyayê dipeyîve û her wiha bûyerên li Kurdistana Îraqê dinirxîne.
Birêz Reşîd dibêje, piştî ewqas nerazîbûn û xwepêşandanan êdî Muammer Qaddafî nikane li ber xwe bide û li desthilatê bimîne. Eger rejîma wî bikêve hîngê jibo welatên zordar yên wek Îran û Surîyê jî rojên çetin û dijwar xuya bin.
Tosinê Reşîd her wiha qala xwepêşandanên Kurditana Îraqê jî dike û dibêje, herkes zane ku diz û pere xwarin li wê derê belave ye û divê were sekinadine. Lê, bi tund û tûjî û êrîş kiriina pavahîya partîyên sîyasî pirsgirêkên civakî nayên çareser kirin.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.