Obama ji Sîstanî Dixwaze ku Kêşeya Sîyasî ya Îraqê Çareser Bike

Serok Barack Obama

Kovareke navdar ya Amerîkî dibêje, Serokê Amerîka Barack Obama nameyeke şandiye rêberê olî yê Şîa, ku rêberên Îraqî jibo damezrandina hikûmeteke nû qane bike.

Çapa înternetî ya Kovara Foreign Magazine, ji zarê jêderekî nêzîkî malbata Ayetollah Alî El Sîstanî, ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, radigîhîne ku endamekî parlemana Îraqê nameya Serok Obama gîhandîye Sîstanî.

Heta nija ji Qesra Sipî daxuyanîyeke li ser vê nûçeyê nehatiye dayîn.

Îraq, ji hilbijartinên giştî yên meha Adarê vir ve bê hikûmet e. Di hilbijartinên parlemanî de ti partî nekanîbû bi têra xwe kûrsîyan qezenc bike, da ku hikûmetê pêk bîne.

Nameya birêz Obama di demekê wusa de tê ku, hêzên Amerîkî hazirî dikin ku li nav tund û tûjîya berdewam ji Îraqê vekêşin.