Endamên opozîsyona Sûrî îro Şemîyê di bin rêbertîya Haitham El Malehde, li Stenbolê kom bûn da ku rêkên rûxandina rejîma Beşar Esed gotûbêj bikin.
Rêberê konferansê Haitham El Malehde ku salên dirêj li zindanên Sûrî maye, ji beştaran re got, rejîma Sûrî nikane azadîya wan ji destê wan bistîne.
Endamên Kurd ku pişikdarî li "Konferansa Rizgarîya Netewî" dikin ji konferansê vekêşîn. Bizavkarê Kurd Mihemed Reşîd ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re got, beştarên konferansê pênasînê bi mafên netewî yên Kurdan nakin, loma wan biryar daye ku ji konferansê derkevin.
Bi alîyekî din ve, Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton rewşa Sûrîyê ligel karbidestên Tirk re nîqaş kir.
Xanim Clinton îro Şemîyê li Stenbolê ji rojnamevanan re got, “divê hovitîya Sûrîyê bisekine û hewileke rewa û rastîn hebe ku reformên hikûmetê bicîh bîne.