Bi sedan hevrikên Sûrî îro Şemîyê li Stenbolê kom dibin da ku gêrkirina Serokê Sûrîyê Beşar Esed gotûbêj bikin.
Nêzîkî 350 hevrikên Sûrî jibo "Konferansa Rizgarîya Netewî" li Stenbolê civîn. Endamên opozîsyonê dibêjin, kombûneke heman rengî ku li Halebê bihata kirin, jiber eciqandin û tepeserkirina hikûmetê ya rojek berî wê civînê, hate betal kirin.
Hêzên Sûrî roja Înîyê teqe li xwenîşanderên dijî hikûmetê kirîbû û herî kêm 32 kes kuştibûn.
Bi kêmî ve 23 kes li paytaxt Şam û kolanên wê hatibûn kuştin. Hêzên ewlekarîyê li bajarên Daraa, Himus û Îdlib jî teqe li xwepêşanderan kiribûn û kuştibûn.
Bi deh hezaran xwenîşander li seranser welat xwepêşandanan kirîbûn, Xwenîşander alayên Sûrî bilind kirîbûn û dirûşmên dijî hikûmetê qerîyabûn.
Bizavkar û dîdevan ragihandibû ku hêzên ewlekarîyê li dijî xwenîşanderan gazên rondikrêj bikar anîbûn.