Ozcelîk: Divê Civat Çareya Endamtîya Dîcle Bike

Ozcelîk: Divê Civat Çareya Endamtîya Dîcle Bike

Endamên Kurdên Parlemana Tirkîy; biryar da baykota sondxwarina parleman nû hilbijartî bikin, jibo nerazîbûna hember pûçkirina endamtîya Hatîp Dîcle. Sazîya Bilind ya Hilbijartinê li Tirkîye (YSK) endamtîya Hatîp Dîcle kişand çinkû ew di zîndanê de ye bi tawanên peywendîdar bi terorê ve jiber propagandaya jibo Partîya Karkerên Kurdistanê, anku PKKê.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, sîyasetvanê Kurd Osman Ozcelîk dibêje, heta niha tiştek bi vî rengî nebûye û divê civat bi xwe biryareke bide ka jinûve hilbijartin bibe yan na. Wî got jî, pûçkirina endamtîya Dîcle ne rewaye û ne li gorî qanûnê ye.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Osman Ozcelîk, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.