Biryara girtina rojnameya Ozgur Gundem'ê, ji alîyê Dadgeha Cezayê Giran ya 14’an ya Stenbolê ve hate rakirin. Biryar ji alîyê xebatkarên rojnamê ve bi şabûneke mezin hate pêşwazî kirin.
Dadgehê roja Duşemê biryara girtina Ozgur Gundem'ê bi direjîya mehekê dabû, bi sedema ku rojnamê bi nûçe û wêneyan “propogandaya rêxistinê” kirîye.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de edîtorê rojnameyê Mehmet Gelturan biryara dadgehê ya rakirina girtina rojnamê dinirxîne.
Birêz Gelturan dibêje, biryara berê sîyasî bû û bi xêra nerazîbûnên hindûrîn û yên derveyî dadgeh mecbûr ma ku biryara xwe biguhere.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.