Ev demek e dirêj e ku derîyê sînora navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûrîyê dibe mijara gotûbêjên tund.
Di serî de PYD, hin partîyên Kurdên Sûrîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne dikin ku derî girtiye û nahêle ku Kurdên li Sûrîyê hatin-çûn û bazirganîyê bikin.
Lê, karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê van îdîayan red dikin û dîyar dikin ku derî vekirî ye û qet nehatiye girtin.
Berpirsê Derîyê Pêşaburê Şevket Berbiharkî agahîyên ser vê kêşeyê dide Dengê Amerîka û dibêje, ew şev û roj di xîzmeta gelê Rojava da ne.
“Ne rast e ku Derîyê Pêşabur girtî ye. Ev derî ji vekirina heta niha jibo alîkarîya mirovahî di xizmeta gelê Rojava de ye.”