PKK agirbesta êkalî ragîhand

PKK agirbesta êkalî ragîhand

Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê ji 13 ê Tebaxaê heta 20 ê Îlonê agirbesta êkîlan ragîhand. Rêberekî PKK li bakûra Îraqê got milîtanên PKK çi çalakiyan pêk neynin, lê li hemberi êrîşên li dijî xwe, operasyonên leşkerî û siyasî û êrîşên li ser gel wê mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Di hevpeyvînekê de digel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, berevankarê Kurd Îrfan Dîndar ji Îstambûlê gote Dexîl ê Şemo agirbest daxwaza Hikûmeta Tirkîya jî bû jiber rîfrandoma liser qanûna bingehîn li 12 meha Îlonê.