Profesor Dogu Ergîl Bersîva Dengê Amerîka Dide

Profesor Ergîl bersîva pirsên Robîn Reşvan dide. Washington, DC. Hazîran, 23, 2011

Prof. Dr. Dogu Ergîl ku jibo Konferansa Salanê ya Tirkîyê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn hatibû Washingtonê, di hevpeyvîneke taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de pirsa rojnamevan Dengê Amerîkayê da.

Profesor Ergîl dibêje, biryara Sazîya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya vetokirina parlamenterêya Hatîp Dîcle tiştekî plankirî ye û hîn kes û derdor naxwazin pirsa Kurdî were rojêva parlemana nû.

Kerem kin tevahîya hevpeyvînê li jêr bixwînin:

Dengê Amerîka: Hun biryara YSKê ya li ser Hatîp Dîcle çawa dinirxînin?

Dogu Ergîl: Eger problemek yan jî astengek li ber hilbjartina wî hebûya, divêbû YSK berbijarîya wî qebûl nekira. Lê, piştî ku hilbijartin hate kirin û berbijarên serkeftî belgenameya (mazbata) xwe werdigirin, dayîna biryareke vî rengî, wekî tiştekî plankirî xuya dike.

Hatîp Dîcle bêtirî salek li zindanê maye û hîn kes naxwazin qebûl bikin ku ev tiştekî ne mirovane û ne hiqûqî ye û tiştekî normal e. Tenê jibo ku Dîcle 39 rojên din li zindanê bimîne, parlamentrîya wî tê betal kirin. Birastî ev tiştekî pir bê însaf e. Îhtîmal e herî xirab ev bû ku Sazîya Bilind ya Hilbijartinê ji dadgeha alqadar re bigota, bila ev 39 roj ceza werine temam kirin, yan jî ev were paş êxistin yan cezayê wî bi cezayê diravî re bihata qilûpandin yan jî bi pêşengîya hikûmetê meclîs dikanîbû qanûneke nû derxista. Wekî tê zanîn, eger qanûna nû di berjewendîya mexduran de be, biryar ber bi paşve jî dixebite. Divêbû YSK jî bigota, baş e emê li benda biryara parlamentoyê bin.

Lê, qet tiştek ji wan rêkên jorîn nehatine kirin û biryara betalkirina parlementerîya Hatîp Dîcle tê dayîn ku biryareke gelek ne rewa ye. Birêz Dîcle berê jî 10 salan hatibû zîndan kirin, tenê jiber sedemên îdeolojîk. Ruhê sîyasetê eger hevre jîyîn be, aştîya civakî be biryareke gelek ne baş bû.

Dengê Amerîka: Helwesta BDP'ê ev e ku beştarî li xebatên meclsî nebe. BDP îro eşkere kir ku ewê neherine meclîsê. Eger BDP vê biryarê bide, gelo encamên çi rengî dikanin derkevin?

Dogu Ergîl: Eger meclîs kom nebe û biryareke erênî nestîne, hîngê parlamenterîya wan jiber beştarnebûnê dibe ku wer betal kirin û hilbijartina navîn were rojêvê. Gelo parlamenterîya 2 endamên CHP'ê ku ji doza Ergenekonê girtî ne, neyê pejirandin wê çi be? Gelo CHP jî bêje em jî naçine meclîs, dê çawa be? Bê guman maneya wê ev e ku hejmareke girîng li parlamentoyê kêm bw û ev jî seqetkirina demokrasîyê ye. Ev krîzeke wiha ye ku bi zanabûn hatine çêkirin.

Dengê Amerîka: Baş e birêz Ergîl, kî ye ew kesên ku vê krîzê derdixin û ji xwe re dikin berjewendî. Sîyasetvanek ku bi deha hezaran deng wergirtine nikane nûnertîya hilbijerên xwe bike. Kî ji vê yekê feyde dibîne?

Dogu Ergîl: Wekî Tirk, heta niha mixabin me li hev nekirîye ku ravekirina pirsa Kurdî çi ye. Ya duyê jî problema aktorên vê kêşeyê ye. Kî ne aktorên vê problemê? Eger problemek heye û alîyên wê problemê hene, divê çareserî jî bi wan alîyana pêk were, ne wusa? Mirov li hêla Tirkan dinêre, hikûmet heye, burokrasî heye, sîstema dadwerîyê heye, leşker û polîs hene.

Wekî mînak, heta niha kes nizane kê operasyona KCK'ê pêk anîye? Ez li vê der, li Washingtonê bi çend karbidestên hikûmetê ra peyîvim ku ji Enqerê hatine, ew jî nizanin kî li paş van binçavkirinan e û sedema giritna wan kesan çi ye! Nizanin ev operasyon bi kîjan perspektîfeke berfireh ya sîyasî tê şîrove kirin?

Li alîyê din jî, li hêla Kurdan jî rêberê sîyasî heye li Îmraliyê ye, hêza kiryardar heye li Qandîlê ye û fînansorê wan heye li Ewrupayê ye û her wiha aktorê wan jî heye ku ev jî BDP ye. Lê, linav wan hemîyan yekgirtinek tune ye û carna em li daxuyanîya wan dinêrin ku hevdu nagirin. Li vê atmosfera pir aktorî e ku ev aktor nav xwe de nikanin bigehejine rêkftineke û nikanin zimanekî hevbeş biafrînîn şelîbûn û nezelalîyeke pir berbiçav heye.

Dengê Amerîka: We gava dinî qala çarserîyeke li nav meclîsê kir û tê ragihandin Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinç ji daxuyanîyeke vî rengî daye û gotiye, “Bila werine meclîsê, emê bi hevre çareserîyek bibînin.” Baş e, eger bêjin, ev kêşe bi erênî çareser be û BDP jî were meclîsê, hun li ser çarsererîya irsa Kurdî çi difikrin? Wekî pisporekî ku vê pirsê pir baş dizane hun li ser çareserîya pirsa Kurdî çi pêşbînî dikin?

Dogu Ergîl: Bi qasî ez dibînim, hinêk kes naxwazin ku ev problem were meclîsê. Ji min re nebêjin kî ne ew kes yan ew rêxistin. Tiştê ez dibînim ev e ku ew kes naxwazin pirsa Kurdî li parlamentoyê were gotubêj kirin û civak jî jibo çareserîyê were amade kirin, loma jî dixwazin rê li ber wê yekê bigirin. Berê jî pêngavên mîna vê hatibû avêtin, lê piştî reaksîyon û nerazîbûnan paş de gav hatibûn avêtibûn. Ez nizanim ev pirs li bin parlamentoyê were çareser kirin yan ne, lê qet nebe wê danûstandinên çareserîyê destpê bikin. Bi qasî ez fem dikim, naxwazin ku meselê bigeheje wê qonaxê.

Dengê Amerîka: Baş e, divê BDP li ser vê mijarê çi bike?

Dogu Ergîl: Wekî min got, BDP ne bi serê xwe ye. Çi ji wê re tê gotin, wan tiştana dike, anku ne rêxistineke serbixwe ye. Ezê bêjim bila BDP'ê ji radîkalîzmê dûr keve, lê ev ne pêkan e, çimkî rêxistineke çekdar li pişt wê ye û bi awayekî radîkal sîyasetê dike. Ezê bêjim, bila BDP zimanê xwe nermtir bike û wekî ku nûnertîya rêxistineke çekdar xwane nebe lê ev jî ne mimkun e. Loma jî nirxandinên klasîk û ji rêzê têrî vê babetê nake. Divê, were gotûbêj kirin ku ev kêşe dê çawa bi prensîbên mayînde were çareser kirin. Lê, divê nêzîkbûna wê bi rêbazeke maksîmalîst anku em her tişt dixwazin yan jî me tiştek bi dest nexistîye, nebe.

Tiştê eşkere ev e ku li wan demên dawî hîn maf hatine dest xistin. Piştî niha jî hîn mafên din werine standin, lê divê were fem kirin ku ew yek niha, yekser pêk nayên. Divê baş were fem kirin ku ev pêvajo dê hêdî hêdî be û bi amadekirina civakê bo çareserîyê pêk were ku ev jî proseseke dirêj e.

Hun her wiha dikarin raporteke li ser vê hevpeyvînê û orjînala hevpyeyvînê bi lînkên "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarî bikin.