Profesor Maksîmê Xemo Koça Dawî Kir

Nivskar û lêlolînerê navdar Profesor Maksîmê Xemo

Kurdolog û lêkolînerê navdar, Profesor Maksîmê Xemo do Înîyê çû ber dilovanîya Xwedê. Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Firatê, Profesor Xemo jiber nexweşîya penceşêra qirikê, li gundê Avşînê yê Yerevanê koça dawî kirîye.

Zimanzanê navdar Maksîmê Xemo ji sala 1995’an heta mirina xwe li Enstîtuya Rojhilatzanîyê ya Akademîya Ermenîstanê, wekî Serokê Beşa Kurdzanîyê xebîtîye.

Profesor Maksîmê Xemo nêzîkî 120 pirtûk û gotarên zanîstî nivîsîne û berhemên wî bi Kurdî, Rusî û Ermenî hatine çap kirin.

Profesor û Zimanzan Maksîmê Xemo beşdarî gelek konferans, sempozyom û civînên zanistî bûye û li ser kêşe û problemên zimanê Kurdî nêrînên xwe pêşkêş kirine.