Rêxistineke bizavkar ya cîhanî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanên dijî hikûmetê vir ve nêzîkî 3.000 kes li Sûrîyê “hinda bûn”.
Rêxistina “Avaaz” pêzanînên xwe îro Pêncşemê bi kempeyneke dîyar kir. Bi vê kempeynê Avaaz hewil dide ku giwaştinê li ser rejîma Sûrî bike ku bihêlê şandeya navnetewî were nav welêt û vekolîna kesên hindabûyî bike.
Li heman demê, Associated Press ji zarê bizavkarên Sûrî radigîhîne ku hêzên ewlekarîyê îro Pêncşemê dan ser taxeke paytaxt Şamê û zêdeyî 100 kesan desteser kirin.
Artêşa Sûrî wekî beşek ji eciqandin û tepeserkirina berdewam ya hikûmetê, li seranser welêt operasyonan li dijî hevrikan pêk tîne.
Bizavkar dibêjin, bi kêmî ve 11 kes do Çarşemê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin, li bajarokê Kanaker ya nêzîkî paytaxt Şamê. Ew her wiha dibêjin, herî kêm 250 kesên din jî hatine binçav kirin.
Berevankarên mafên mirovan dibêjin, hêzên hikûmetê di tepeserkirina li nav çar mehên borî de, bi kêmî ve, 1.600 kes kuştin.