Raportek Derbarê Mitînga BDP’ê li Diyarbekirê

Raportek Derbarê Mitînga BDP’ê li Diyarbekirê

Partîya Aşitî û Demokrasiyê BDP roja yekşemê li Diyarbekirê, ji bo boykota referanduma 12’ê îlonê mitîngeke girseyî li darxistin.

Di mitîngê de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Bajarvanê Diyarbekirê Osman Baydemir û serokê BDP li bajarê Diyarbekirê Nîjad Yarûk axivîn.

Qada îstasyonê ya ku sê roj berê serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganî kiribû mêvan, ev roj jî bi kombûna dehan hezar kesî ve bu qada banga boykota referandumê.

Bajarvanê Diyarbekirê Osman Baydemîr, di axaftina xwe de bi giştî li ser axaftina serokwezîr sekinî û fotografên magdûrên 12 îlonê û ên zarokên ku di dema desthilatiya AKP de hatibûn kuştin da ber hev. Baydemir, fotografên Musa Anter, Ceylan Onkol, Enes Ata, Ugur Kaymaz û Hrant Dînk nîşan da û got “Birêz Erdogan ka te çi kir, te faylên van kesan dît, te çima hesap ji wan ne pirsî? Osman Baydemir got ku Serokwezîrê Tirkiyeyê li ser êş û jana gelê Kurd siyasetê dike.

Bajarvanê Diyarbekirê got ku partîyên opozisyonê CHP û MHP bela ku pirsgirêka Kurd çareser nekirin îro bûne partiyên tabelayê. Baydemîr bang li serokwezir kir û got “an muzakere, an jî partîya tabelayan, tercîh ya te ye."

Baydemir, anî ziman ku neviyên kesên ku di Girtîgeha Diyarbekirê de rastî îşkenceyên giran hatine, niha li şûna bav û kalên xwe, di girtîgeha Diyarbekirê de ne û rastî binpêkirina mafan tên. Osman Baydemîr diyar kir ku ewê nehêlin girtîgeh were xera kirin, jiber ku ew der buye nîşana berxedanê û beşekî dîrok û hafizaya gelê Kurd e.

Bajarvanê Diyarbekirê diyar kir ji ber ku îradeyeke mezin derxin holê ewê referandûmê boykot bikin. Osman Baydemîr di dawiya axaftina xwe de got “ bi vê pakîta refernadumê derdên Kurdan derman nabe”

Hevseroka BDP Gulten Kişanak jî diyar kir ku roja ku serokwezîr Erdoğanî ji Diyarbekir çûye gotiye ku “ ger qala xweseriyê bikin, ewê bedela wî bidin.” Hevseroka BDP got “ em ji gefên wî natirsin, heta îro Kurd bi bedel dayina gihiştine van rojan”.

Hevseroka BDP diyar kir ku daxwazeka wan heye, ew jî bi nasanme, çand û zimanê xwe nas kirina Kurdan e. Gulten Kişanak diyar kir ku biryara boykotê, temînata çareserî, aşitî û diyalogê ye.

Hevseroka BDP destnîşan kir ku ewê ji roja 13 îlonê dest bi xebata qanûna bingehîn ya nû bikin. Kişanakê got “ em dixwazin di vê qanûnê de bi ziman, nasnameya xwe werin nas kirin her wiha divê qanûna nû li ser esasên azadiya bawerî, çandî û ramanî were saz kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka BDP diyar kir ku ew Kurdistana Xweser ya Demokratîk dixwazin.