Raportek Derbarê Peywendîyên Leşkerî yên Amerîkî û Misirî

Xwenîşandêrekî Misirî li ser tankeke leşkerîyê ye.

Dema xwepêşandanên li Misirê hefteya borî destpê bûn, qumandarekî paya bilind yê Misirî li Washingtonê bû, jibo pêkanîna kombûnên yek hefteyî ligel qaumandarên paya bilind yên Amerîkî. Lieutenant General Sami Anan serêdana xwe birî û vegerîya Misirê.

Demeke kin piştî vegera Anan, Admîral Mark Mullen telefona wî kir û spasîyên xwe pêşkeş kir, jibo profosyonelîzma berdewam ya artêşa Misirê.

Berdevekekî leşkerîya Amerîkî dibêje, her 2 qumandar pêgirîya xwe dîyar kir, jibo domandina hevkarîya leşkerîyê ya Amerîkî û Misirî û peywendîyên berdewam li navbêra her du alîyan.

Şîker dibêjin, bi firehtirbûna xwepêşandanên dijî hikûmeta Misirê û hebûna artêşa Misirî li kûçe û kolanên Misirê, tiştekî erênî ye di ragihandina navbêra Amerîka û Misirê de rêkên din jî hebin.

Generalê karkenar James Dubik ku vê gavê li Enstîtuya Lêkolînên Cengî ya li Washingtonê dixebite, wiha dibêje:

Peywendîyên vî rengî taybetî girîng in di demên wusa de ku gotûbêj û danûstandinên fermî yên navbêra 2 welatan zêde ne kêrhatî û karîger bin.

Di dema karê wî ya leşkerîyê de, peywendîyên General Dubik bi karbidestên leşkerî yên Misirî re nebûn. Lê, wî wekî qumandarê serekî li Fermangeha Fêrkirin û Doktrînên Leşkerîya Amerîkî çû Bexdayê jibo rêvebirina bizavên fer kirina artêşa nû ya Îraqê.

General James Dubik dibêje, leşkerên Misirî dibe ku li nav rojên pêş de mecbur bimînin ku biryarê bidin, ka divê ew guhdarîya fermanên desthilata sîvîl bikin yan jî berpirsîya xwe ya parastina gel bicîh bînin.

Dubîk wiha berdewam dike û dibêje:

Biryarên wanî birastî pir, pir dijwar in. Gelek zehmet in. Ne rewşeke hesan e ku mirov çaverê dike û heta rû bi rûyê wê dibe, birastî bersîveke jê re peyda dike.

Di dîrokê de mînakên her 2 rêkan jî hene. Li şoreşa Thaîlandê, li sala 1986’an leşker teqe li xwenîşandêran nekir. Lê, di dema tevgera demokrasîxwaz ya Meydana Tiananmen ya Çînî de, li sala 1989’an me dît ku artêşa Çînî bu tundî êrîşî xwepêşandan kir.

Şîrovekerê sîyasî Misirî Tawfik Hamid ku li Enstîtuya Potomacê ya ji Washingtonê kar dike, dibêje, leşkerên Misirî rû bi rûyê paradokseke ne; di dawîyê de ew dê biryarê bidin ku gulle li ser gelê Misirî nebarînin û li hember rêberê xwe yê dûr û dirêj, Serok Husni Mobarak rawestin.

Ez bawer nakim ku leşkerên Misirî çekên xwe li dijî gelê xwe bikar bînin. Bi dîtina min, gelek hesantir e ku ew zilamekî tenê, anku Serok Husni Mobarak ji desthilatê bînine xwarê û di çavê gel de bibin qehraman. Kuştina bi dehan hezaran kesan, dê rewşeke pir xirab û dojehî derxînê holê.

Dr. Hamid dibêje, divê rêberên Amerîkî ji guherîna desthilatê serokatîyê li Misirê metirsin. Ew dibêje, gelek kesîtîyên sîvîl û leşkerî hene ku ji alîyê xwenîşandêran ve werine qebûl kirin û piştgirîya sîyasetên Amerîkî li Rojhilata Navîn bikin. Lê, Hamîd balê dikşîne û dibêje, gelê Misirî dê rêze li Amerîkayê bigire gava Amerîka alîkarîya hevrikên Mobarak bike, ne ku rê li ber wan bigire.

Artêşa Misirî tim dixwaze bizane Washington çi difikre. Ew dizanin ku heta îşareta kesk ji wan re nayê, ew nikanin tiştekî bikin. Eger Amerîka mesajek ji wan re bişîne ku ew dikanin Mubarak ji desthilatê dûr xînin û Washington dê li pişta wan be, hîngê artêş dikane roleke girîng bilîyze. Ew yek jî, dikane kêşeya heyî lêz û bezî çareser bike.

Tevî ku Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton daxwaza guherîneke rêk û pêk li Misirê kirîbe jî, ne wê ne jî karbidestên din yên Amerîkî daxwaza vekêşana Mubarak kirîye. Her wiha, nîşane tune ye ku karbidestên berevanîyê û yên leşkerî ji daxwazên wî rengî kirine.

Karbidestên Amerîkî di vê bawerîyê da ne ku tevî hebûna û peywendîyên stratejîk li navbêra Amerîka û Misirê û bandora Washingtionê ya li ser Qahîrê, divê Misirî peşeroj û çarenivîsa xwe bi destên xwe dîyar bikin.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê raporta taybet bikin.