Redîf Mustafa: Konferansa Stenbolê Pêngaveke Erênî ya Dijî Rejîmê ye

Konferansa “Hevalên Sûrîyê” do Yekşemê li Stenbolê bi dawî bû ku di konferansê de gelek xalên wek piştgirîya serhildayên Artêşa Azad ya Sûrî û çareserkirina kêşeyên navbera hêzên opozisyonê hatin eşkere kirin.

Kurd di wê konferansê de amade nebûn, bi sedema ku Encumena Niştîmanî ya Sûrî pênasînê bi mafên wan yên bingehîn nake.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Redîf Mustafa, Serokê Komîteya Mafên Mirovên Kurd li Sûrîyê û Rêvebirê Ofîsa ku Encumena Niştîmanî ya Sûrî li ser wê konferansê diaxife.

Birêz Mustafa dibêje, konferans pêngaveke erênî ya dijî rejîma Başer Esed e. Gelek welatên cîhanê bi eşkereyî desteka xwe jibo opozîsyona Sûrî ragihand.

Redîf Mustafa her wiha dibêje, ji Encumena Niştîmanî ya Sûrî nameyek ji wan re hatiye ku dixwazin bi wan re rûnin da ku Kurd careke din vegerin nav encumenê.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.