Revenda Sûrî bi Tirs Rûdanên Welatî dişopînin

Revenda Sûrî bi Tirs Rûdanên Welatî dişopînin

Revenda Sûrî li dervey welat him bi kêfxweşî û him bi tirs rûdanên Sûrîye dişopînin. Ew bi hîvîya bi dest anîna azadî û demokrasîyê ne li welatê dehan sala li jêr rewşa awarte, û li heman dem bi tirs in ji ber gefeyan li ser jîyana kes û karên wan û reftarê tûj yê hêzên hikûmetê. Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, rojnamevan û helbestvanê Kurd Serhan Îsa got, hê civaka nêvneteweyî piştevanî nedaye xelkê Sûrîye û tevgera sîyasî ya Kurdî ne li gor qonaxê ye.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Serhan Îsa, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.