Ramazan Seyîdov Derheqa Rewşa Qirgizîstanê Dipeyive

Penaberên Ozbek ji tund û tûjîyan direvin.

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, serokê Yekîtîya Kurdên Qirgizîstanê Şêx Ramazan Seyîdov derheqa rewşa vê gavê li Qirgizîstanê diaxife û agahdarîyên girîng li ser Kurdên wî welatî dide.

Birêz Seyîdov dibêje, di 27’ê Hazîranê de referendum heye û civata Kurd jî nav de hemî pêkhatîyên Qirgizîstanê dê destekê bidine hikûmeta wê referandumê.

Ramazan Seyîdov dibêje, ew û çend Kurdên din berî çend rojan ligel seroka demkî Roza Otunbayeva hevdîtinê pêk anînê û Otunbayeva daxwaza piştgrirîya civata Kurd kirîye.

Guhdarên delal, kerem kin, bi lînka jorîn guh bidine hevpeyvîna me ligel birêz Şêx Ramazan Seyîdov.