Di bernama Hello Washinton a Dengê Amerîka de Kantonên Kurdî li Sûrîyê hate gotûbêj kirin.
Di bernameya de ku bi zindê hate weşandin, sîyasetvan, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd beşdarî kirin.
Serokê Kantona Cizîrê Ekrem Heso û Serokê Kantona Kobanê Enwer Mislim mêvanên bernamê bûn.
Rojnamevan Masîro Bêkes ku ji roja yekê vir ve konferansê dişopîne, agahîyên herî dawî ya li bajarê Cenevre ragihand.
Herwiha rewşenbîrên Kurd Mustefa Reşîd û Hemên Kurdaxî jî tev li programê bûn û nêrîn, rexne û pêşnîyarên xwe ligel guhdar û temaşevanên me parve kirin.