Li Bakurê Sûrîyê Korona Dîsa BeavDibe, Careke Din Qedexeya Derketinê Tê Ragihandin

Desteya Tendirustîyê li Bakurê Sûrîyê ragihand ku 216 kesên din bi koronayê ketine û 4 kes jî canên xwe ji dest dane.

Encûmana rêvebir ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê tedbîrên rêgir yên koronayê careke din ragihandin ku di 30’ê vê mehê dikevin pratîkê.

Li gor biryarên nû, li Bakur û Rojhilata Sûrîyê qedexeya derketina derve ya beşî hate ragihandin

Meclîsa Rêvebir ya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jiber belavbûna vîrusa koronayê bi biryara hejmar 173, qedexeya derketina derve ya beşî li herêmê ragihand.

Qedexe dê roja Înê 30'ê Cotmehê destpê bike û 8'ê Mijdarê bi dawî bibe.

Telet Yûnis, Hevserokê Meclîsa Rêvebir yê Herêma Cizîrê ji Dengê Amarîka re got ku jiber belavbûna koronayê û hatina werzê çile hejmarek tedbîrên rêgir dê werin bicîh kirin.

Yûnis ragihand ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê 4,164 kes bi koronayê ketine û 119 kes jî canên xwe ji dest dane.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_10_28_2020_Korona_Qedexe