Yekemîn Serokê Efrîqaya Başûr yê reş Nelson Mandela rojbûna xwe ya 92'yê îro Yekşemê pîroz dike, bi pişikdarîya mirovên seranserî cîhanê.
Gelê Efrîqaya Başûr û yên seranser cîhanê biryar da ku, îro Yekşemê 67 deqqe xîzmeta civakî bikin, jibo rûmet kirina 67 salên wî yên di sîyasetê de.
Her vê heftê, Neteweyên Yekbûyî jî bi pîrozbahîya "Roja Nelson Mandela", Mandela bibîr anî.
Birêz Mendela û malbata wî jî, îro Yekşemê li mala xwe ya Johannesburê pîrozbahîyeke taybet lidar xistin. 92 zarokên ku ji gundê Mandela Mvezo hatibûn, stranên taybet yên rojbûna wî strandin jibp rûmet girtina wî.
Xelatgirê Nobelê Nelson Mandela, tekoşîneke dûr û dirêj dabû jibo dawî anîna rejîma apartheid ya Efrîqaya Başûr. Li sala 1994'ê, ew bibû yekemîn serokê reş li wî welatî.