Li vê demê ku giwaştin û nerazîbûnên navnetewî li ser rejîma Sûrî pirtir dibin, Tirkîyê jî helwesta xwe ya li dijî Şamê tundir dike.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li demên dawî bi daxuyanîyên req bersîva Serokê Sûrî Beşar Esed dide û bang li wî dike ku desthilatê berde.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskarê rojnameya Taraf Alî Fîkrî Işik sîyaseta Tirkîyê ya li ser Sûrîyê dinirxîne.
Birêz Işik dibêje, Tirkîye ditirse ku piştî gerbûna Esed, Kurdên wê derê bibin mafên berfireh. Loma jî, heta ku ji destê we tê, dixwaze pêşketinên li wî welatî kontrol bike.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî Kirin”a jorîn, guh bidine vê hevpeyvîne.