Rojnamevan Dekak Qala Hilbijartinan li Tirkîyê Dike

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş berbijarên partîya xwe eşkere dike.

Hilbijartinên giştî yên Tirkîyê li 12ê Hezîranê têne kirin û partîyên sîyasî jî berbijarên xwe eşkere kirin.

Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) jî biryar da ku bi berbijarên serbixwe pişikdarî li hilbijartinan bike.

Rojnamevan nûçegîhanê www.AKnews.com Maşallah Dekak di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de berbijarên partîyên sîyasî li heremên Kurdan dinirxîne.

Birêz Dekak dibêje, bi berbijarên xwe yên xûrt û cihêrengî BDP dilê gelê Kurd xweş kir û ev hevkarî dibe gaveke girîng li ser yekîtîya Kurdan.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.