Li Tirkîyê giwaştin û zêdegavîyên li ser rojnamegerî û rojnamevanan zêde dibe. Li gorî raportên rêxistinên mafên mirovan gelek rojnamevan jiber nivîs û nûçeyên xwe niha li girtîgehê ne.
Roja Sêşemê bi dehan rojnamevanên Kurd ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê ve, bi girêdayî doza KCK’ê hatine binçav kirin.
Di hevpeyvîna Dengê Amerka de, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcle, rojnamevan Mehmet Alî Ertaş li ser wan binçavkirinên dawî daxife.
Birêz Ertaş dibêje, tevî ku ew rastî êrîşan tên, piştgriya gel hêz û moral dide wan ku ew erka xwe yê ronkirina tarîyê û derxistina rastîyê bidomînin.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.