Rojnamevan Mesud Hamîd Xwepêşandanên Lîbyayê Dinirxîne

Lîbyayî li ser wesayîteke zirxîn pîrozbahî dikin û teqe li banî dikin. Şahat, Lîbya, 24, 02,2011

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan û bizavkarê mafê mirovan Mesud Hamîd xwepêşandanên li Lîbyayê û helwesta Qaddafî dinirxîne.

Hamîd dibêje, şikestina rejîma Qaddafî ji yên Tûnis û Misirê dijwartir e, lê eger gelê Lîbyayê dikane çend rojên din jî berxwedana xwe bidomîne, hîngê Qaddafî neçar be ku dest ji serokatîyê berde.

Mesud Hamîd her wiha dibêje, ketina rejîma Qaddafî dê bandorên erênî yên li ser Sûrîyê jî bîne.

Kerem kin bi kînka "Guhdarî kirin" a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.