Rojnamevanên Bêsînor (RSF) bîlançoya sala “2018 ya Azadîya Ragihandinê” dîyar kir.
Tirkîye di warê girtina rojnamevanan de li hemî cîhanê, piştî Çîn û Misirê di rêza sêyan de cîh digire.
Li gor rapora RSF’ê, li tevahîya dinê 348 rojnamevan li zindanê ne û 33 ji wan li Tirkîyê ne.
Rapor dîyar dike ku Tirkîye di warê zindankirina rojnamevanên profosyonel de di rêza yekê de ye.
“Rejîma Tirkîyê ya despot, li dinê bi zindankirina rojnamevanên profosyonel nasnava herî mezin digire.”
Serokê Giştî yê Komela Rojnamevanên Hevdem (ÇGD) Can Guleryuz, rapora RSF’ê pesend dike, lê hejmara 33 rojnamevanên girtî kêm dibîne.
Ew dibêje ku li gorî pêzanînên destê wan 140 rojnamevan niha li Tirkîyê, bi sedema nûçe û nêrînên xwe li zîndanê ne.
“Hejmarên destê me û yên ku RSF’ê daye, hevdu nagirin. Li gor raporên me 140 rojnamevan li girtingehê ne. RSF’ê kîjan kirîter bi kar anîye nizanim, lê 116 sazîyên ragihandinê; ji van 6 ajansên nûçeyan, 10 televîzyon, 22 radyo, 5 rojname, 50 kovar hatine girtin.”
Your browser doesn’t support HTML5
ED_12_19_2018_RSF