Serokê KURDÎ-DER'ê Qala Xebatên Ser Zimanê Kurdî Dike

Serokê KURDÎ-DER'ê Qala Xebatên Ser Zimanê Kurdî Dike

21’ê Sîbatê li cîhanê wekî ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin. Kurd jî bi gelek panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, Serokê Komela Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Burhan Zorooglu, derheqa xebatên ser zimanê Kurdî yên li Dîyarbekirê dipeyîve.

Birêz Zorooglu dibêje, girîngîya”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” ji girîngîya zimên tê û ziman rûhê netewan e. Netewekî ku zimanê xwe hinda bike dê hebûna xwe ji hinda bike.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.