Kurdên li bajarê Efrînê bi rengên netewî û ala Kurdî di xwepêşandanekê de xwane dibin
Endamê Konseya Bilind a Kurd û Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mihemed Mislim, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de li ser serdana wan ya Kurdistana Îraqê agahîyan dide.
Birêz Mislim dibêje, ew li ser daxwaza Serokê Herêmê Mesud Barzanî çûne Hewlerê ku pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin.
Endamê Konseya Bilind a Kurd Salih Mislim dide zanîn ku ew bi nûnerên partîyên din yên Kurdan re jî hevdîtin pêk anîne û ji piştgirîya wan gelek kêfxweş mane.
Salih Mihemed Mislim her wiha bang li gelê Tirk dike ku hebûna Kurdan li Sûrîyê wekî gefeke dijî Tirkîyê nebîne. Ew dibêje, em tenê dixwazin gelê xwe biparêzin û ti armanca me tune ku problem ji cîranên xwe re çêkin.
Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna me bikin: