Kurdên Sûrîyê li bajarê Derîkê di xwepêşandanê de ne
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de endamê Desteya Blind a Kurd û Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Muslim dibêje, serdana wan ya Bexdayê tiştekî ji berê de plankirîye.
Birêz Muslim dibêje, wek Kordînasyona Netewî ya Sûrî wan xwest ku bi Nurî Malikî re kom bin jiber ku Îraq di kêşeya Sûrî alîyekî girîng e. Wan herwiha bi wezîrê derve û karbidestên din re jî hevdîtina kirine.
Salih Muslim li ser peywendîya Kurdna ya bi opozîsyona Sûrî jî dibêje, hevdîtinên wan berdewam e ku di rojên pêş de bi fermî peymana hevkarîyê îmza bikin.
Your browser doesn’t support HTML5
Hevpeyvîn_Salih_Muslim_Nû
Têbînî: Me careke din peywendî bi birêz Muslim kir û hevpeyvîna xwe temam kir. Ev fayla deng ji tevahîya bersivên wî pêk tê