Sancar: Li Welatê Me JiBer Kêşaya Kurd 40 Sal E Şer Tê Meşandin

HDP Mithat Sincar

Beşa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê di çarçevoya Hefteya Mafên Mirovan de, rêzeke çalakîyan dar xist.

Beşa ÎHD’yê li Navenda Çanda Mulkiyeyê filma ku behsa qirêjîya şer dike ya derhênerê Polonî Andrzej Wajda ya bi navê “Xelî û Elmas” nîşan da.

“Xwelî û Elmas” di sala 1958’an de hatîye kişandin û sêcareya fîlma şer ya dawî ye. Di vê Filmê de bahsa dagirkerîya Nazîyan û encama ku li Polonya pêk hatîye, dike.

Piştî nîşandana filmê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beşdarî gotûbêjêke ser vê filmê bû.

Mîthat Sancar him ev film û him rewşa Tirkîyê û pirsgirêka Kurd nîrxand .

Sancar ragihand ku şer bi her awayî him mirov him jî civakê di warê derûnîyê de dike nav travmayê û zarareke mezin derdixîne holê.

Sancar wiha got:

“Şer bi xwe him li ser civakê û him jî ser mîrovan bi awayekî pir astî travmayan çêdike. Gava bo derbazkirina van travmayan çareserîyek neyê saz kirin ew dem jî civak berbi bê saxlemîyê ve diçe. Bes li Polonyayê 6 mîlyon kes hatine kuştin. Bandora şer bi salan winda nabe, travmaya şer ya ser mirov û civakê xwe dîyar dike. Mixabîn di welatê me de jî ev yek heye.”

Sancar di gotûbêja ku bi pirs û bersîv berdewam kir de, bahsa rewşa Tirkîyê û pirsgirêka Kurd jî kir.

Wî dîyar kir ku jiber kêşaya Kurd ya li Tirkîyê jî travmayên mezin derketine holê.

Sancar ev mijar jî wiha anî ziman:

“Belê di filmê de jî baştir dîyar dibe, piştî şer serê bêtir kesî têk diçe, çi raste çi ne rastê têkel dibe. Di welatê me de jî heman tişt pêk têne. Bi sedema kêşaya Kurd nêzî 40 salane ku şereke didome. Di werçerxên berê de jî li Tirkîyê gelek travma pêk hatibûn, lê di nav 40 salên dawîde dikarim bêjim ku travmayê ku derketine him ser kesan û him jî ser civakê bandora xwe dîyar kiriye. Heke ev neyê çereserkirin dê bêtir berbi xirabûnê ve biçe.”

Beşdarvanên vê gotûbêjê jî him nêrînên xwe dîyar kirin û him jî pirsên xwe aresteyî Sancar kirin.

Beşdarvanekî got ku ji demezirandina Tirkîyê de heta niha, ser Kurdan kuştin, sirgun û travma hatîye ava kirin.

Heman beşdarvanî HDP rexne kir û got, “HDP 6 mîlyon dengê Kurdan werdigire lê çiqas nûnertîya Kurdan dike ew jî tiştekî din e.”

Hûn dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Mıthat Sincar li IHD diaxife