Şer û pevçûnên navbera grubên çekdar û hêzên Kurdan li bajarê Serêkanîyê jinûve destpê kir. Tê ragihandin di encama wan pevçûnan de kuştî û birîndar hene.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan Armanc Qamişloyî li ser rewşa herî dawî ya Serêkanîyê agahîyan dide.
Birêz Qamişloyî dibêje, ew kesên çekdar dixwazin mal û mulkê rûniştvanên bajêr talan bikin û tevlihevî li herêma Kurdan derxin.