Piştî ku duyên zer li esmana bajarê Serêkanîye bilind bûn, xem û tirsên karanîna çekên kîmyayî belav bûye.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Komîsyona Rêvebir ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) Dr. Nasir Hacî Mansur agahîyên berfireh li ser wan îdîayan dide.
Birêz Mansur piştrast dike ku dûkelên rengîn û taybetî jî yên zer bilind dibin, lê ew hîn jî nizanin ku gaza kîmyayî ye yan ne.