Seroktîya Herêma Kurdistanê do bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) di babeta vexwendina konferansa Hewlêrê de rastîyê nabêje. Daxuyanîyê got, PYD ji konferansê re hate vexwandin, lê PYD bi xwe ji konferansê vekêşîya.
Serokê PYD’ê Salih Mihemed Mislim di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê li ser vê mijarê diaxife û nêrîna partîya xwe eşkere dike.
Birêz Mislim dibêje, nûnerên wan tenê du roj berî konferansê hatine vexwendin, bê ku ew navêrok û beştarên konferansê bizanin. Her wiha ji nûnerên wan hate xwestin ku ne bi navê PYD’ê, lê serbixwe tev li konferansê bibin û wan jî vê yekê qebûl nekirîye.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî kirin”a jorîn klîk bikin.