Li Tirkîya bersivên cûda hene hemberî eşkere kirina nepenîyên dîplomatên Amerîka ji alîyê malperê WikiLeaks ve, nemaze ewên peywendî bi Tirkîya ve heyîn û bi çend mezne karbidestên hikumetê ve, weka wezîrê derve û wezîrê navxwe. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, sîyasetvanê Kurd Sertaj Bûchak got eşkerekirina wan nepenîyan alozîya peyda dikin lê têkelîyên sitratîjî yên Amerîka û Tirkîya xirab na kin.
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Sertaj Bûchak , fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.