Şahînê Soreklî: Divê Kurdên Sûrîyê bi Daxwazên Xwe Ereban Netirsînin

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar û rojnamevan Şahînê Bekirê Soreklî rewşa vê gavê ya li Sûrîyê û helwesta Kurdan dinirxîne.

Birêz Soreklî dibêje, wî pêşbînî kiribû ku serhildana li Sûrîyê demeke dirêj bikşîne, jiber ku rewşa wî welatî girêdayî hêzên herêmî û yên navnetewî ye jî.

Şahînê Soreklî bal dikşîne ku divê Kurd bi yekdengî sîyaseta xwe birêve bibin.

Rojnamevan û nivîskarê Kurd her wiha dibêje, divê Kurd dîplomatîk bin û bi daxwazên mîna federalîzmê çavê Ereban netirsînin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.