Şervan Îbrahîm Behsa Xwepêşandanên li Sûrîyê Dike

Di vê dîman televîzyonî de xwepêşandanên Sûrî ji êrîşa hêzên ewlekarîyê direvin.

Li vê demê ku xwepêşandanên dijî hikûmetê li seranser Sûrîyê didomin, rêxistinên mafê mirovan dibêjin nêzîkî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarî yên Sûrî ve hatine kuştin.

Di hevpeyvna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Şervan Îbrahîm, endamê revebirîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) qala rewşa dawîn ya li Sûrîyê dike..

Birêz Îbrahîm dibêje, rejîma Sûrî ew xwepêşandanên heyî wekî şerê mirin û mayînê dibîne, loma jî hem veşartî, hem jî bi eşkereyî li ser bizavkarên demokrasîxwaz dihere.

Şervan Îbrahîm her wiha behsa helwesta rêvebirîya Obama jî dike û dibêje, gotara Serok Obama bi dilê wan e lê gelê Sûrîyê pêngavên xûrtir hêvî dike.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.