Rûniştvanên Silopî û Cizirî Qala Jîyana Xwe ya Bin Êrîşan Dikin

Bajarê Silopî di bin êgir de ye

Çend roj in ku derketina qedexeya kolanan li Cizîr û Silopî didome û ew her du bajar di bin dorpêçê de ne û gelê wê derê di bin şertên pir çetin de dijîn.

Rûniştvanê Silopî Sefer, rûniştvanên taxa Yafes ya Cizîrê, Şikrî, Asîya û Helîma, rûniştvanê taxa Başakê yê Cizîrê, Bihadin behsa rewşa dijwar ya ku tê de ne dikin.

Ew hemî dibêjin ku ne ceryan heye, ne av û li her malekê 20-25 kes dimînin. Hemwelatî herwiha didne zanîn ku bi rojane xwarina germ di gewriya wan de neçûye.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_12_21_15