Jiber Operasyon û Qedexeyan bi Hezaran Şirnêxî Koçber Bûne

Bi hezaran rûniştvanên Şirnêxê li dervayê bajêr, li gundên derdorê konan vedane û sê meh in ku bi malbatî di wan konan de dijîn.

Tahîr Uysal yek ji wan e ku tevî jin û zarokê xwe, di nav konekê de dimîne.

Uysal dibêje xanîyê wan li taxa Bahçelievlerê hatîye xira kirin û tu tiştê wan nemane, lê dîsa jî ew ji ser axa xwe naçin tu derî.

Hevjîna wî, Emine jî destnîşan dike ku xanîyê zarokê wê jî hatîye wêran kirin û sê meh in ku ew di konan de dimînin. Jina Kurd bal dikşîne ku di konan de ewlehîya wan jî tuneye.