Hunermendê Şêwekar Sitar Alî dibêjit, di pêvajoya hunerê şêwekarî de du pirsgirêkên mezin hene. Lêktêgihiştina hunermendê şêwekar û bînerê tabloyan bi zehmet e çinku Kurdan baş şarezî di warê şêwekarî de nîne û rexnegirê hunerî jî nîne. Wî gote bernama Ferheng û Torê Kurdî, Kurdan Têgihiştina Hunerî Piştguh Êxistîye.
• Sitar Alî li sala 1957 li gundê Zêwê ser bi qeza Amêdî ve hatiye ser dinyayê .
• Pêşengehek taybet û du pêşengehên hevpişk digel hunermend (Gare Resûl) li zankoya Mûsil vekirîne .
• Pêşangeha taybet ya êkê li bajêrê Duhok li sala 1983 vekirî ye, ya duwê li jêr navê (efsanên çiya) li bajêrê Duhok li sala 1990, ya sêyê ku pêkhatibû ji purtirêt û mutîfa bi rêka Yêketîya Nivêserên Kurd/ Duhok sala 1998 vekirî ye, ya sêyê 2009/ Duhok.
• Pişkdarî di pêşangeha hevpişka hunermendên parêzgeha Duhok li bajêrên Duhok, Hewlêr û Silêmanyê da kirî ye . Pişkdarî di pêşangeha hevpişka hunermendên Kurd li Almanya sala 1991 kirye. Pişkdarî di fistevala rewşenbîrî ya Kurdî li Bexda 2009 kiriye.
• Çendîn gotarên hunerî bi zimanên Kurdî û Erebî di kovar û rojnaman da belav kirîne, û pertûkek li dor hunerê şêwekarî û rexna hunerî bi navê (çend xwandinek şêwekarî) belav kiriye .
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Sitar Alî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.