Nivîskar Duzova Dibêje Şanoya Kurdî Bala Tirkan Dikşîne

Fotoyek ji şanoyeke Kurdî (Arşîv)

Şanoya Sîyabend û Xecê li Enqerê di nav lîstikên Şanoyê Dewletê de li Sehneya Akun de hate pêşkêş kirin.

Nivîskarê vê şanoyê Cem Duzova di nav fikarê de bû ku gelo şanoya bi Kurdî li Enqerê bala temaşevana bikşîne, lê eleqaya ku hat nîşandan ew gelek şa kir.

“Min digot gelo lîstika Sîyabend û Xecêku bi Kurdî ye wê bala temaşevanên Enqereyî bikşîne yan na? Piranîya kesên ku ev lîstik temaşe kir, bi Kurdî nizanibûn, lê sernivîsê dixwendin û lîstik temaşe dikirin. Di dawîya lîstîkê de min dît ku Sîyabend û Xecê gelek hate ecibandin û ez matmayî mam.”

Sernivîsa vê lîstikê de tîpên wek X, Q, W, Ê, Î û yê din jî nehatine guhertin. Duzova bal dikşîne ser vê yekê û dibêje ku wan nexwast ku elfabeya Kurdî were xira kirin.

Nivîskarê şanoya Kurdî Duzova, di lîstika Sîyabend û Xecê de girîngîyek jî daye çanda dengbêjan. Ew piştî nîşandina vê lîstîkê hin daneyên taybet jî bi dest xistin.

“Min digot qey çanda dengbêjan êdî tê zanîn. Lê, min di dema nîşandana lîstikê de dît ku temaşevan ji vê çandê gelek dûr in. Ev yek jî kêmahîya me Kurdan dîyar dike. Ev kêmatîya me ye ku me heta niha çand û hunerê xwe bi yên din nedaye nasandin.”

Li gor nivîskar Duzova, jibo geşedana wêjeya Kurdî pêdivî bi xurtkirina wêjeya devkî heye.

Duzova Cîgirê Midurê Şanoyên Dewletê (DT) ye û li Şanoya Dewletê ya Wanê kar dike û ser babetên Kurdan lîstikên şanoyê dinivîse: “Ah Tamar”, “Gêdûk”, “Di Mengenê De”, “Sîyabend û Xecê.”

Di nav berhemên wî de “Termên Jinan” cîyekî balkêş digire û lîstika wî ya bi navê “Partîya Roja Mirinê” li Brîtanya hatiye nîşandan.

Duzova wek cîgirê midurê Şanoyên Dewletê (DT) ye Wanê de kar dike.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_12_08_22022_Cem_Duzova_Şano