Dadgeha Tirk 6 Sal û 3 Mehên Zîndanê Dide Sîyasetvan Dîyadîn Firat

Constitutional Court, Ankara, Turkey

Ji 10 hezarî zêdetir Kurd li girtingehên cûr bi cûr yên Tirkiyê hatine zindankirin û hê jî li dijî gelek kesên din ceza tên birîn.

Herî dawî jî, di derheqê neviyê Şêx Seyît sîyasetmadar Dîyadîn Firat de 6 sal û 3 meh ceza hatin birîn. Parlementer, serokên şaredarîyan, rewşenbîr, rojnamevan, endamên partîyên sîyasî û her wekî din Kurd niha li ber derbîrîna raman û sîyasetkirinê di zindanên Tirkiyê de ne.

Dîyadîn Firat piştî ku 6 sal û 3 meh ceza girt, jibo ku ev ceza neyê pesndkirin daxwaznameya îtirazê da Dadgeha Îstinafê. Erê kirin û red kirin niha di destê îstînafê de ye.

Li ser Dîyadîn Firat, ji dereyî vê cezayê dozek jî li 19’emin Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê de hate vekirin.

Dîyadin Firat, Sİyasetmedarê Kurd, Enqere

Firat van cezayên ku li ser wî têne birîn wek defika dewletê dîyar dike û hestê xwe wiha tîne ziman, "Di salên çûyî de pêvajoyeke aşitîyê hebû. Di wan deman de me jî sîyaseta Kurd dimeşan, hest û ramanê xwe vekirî digot. Lê mixabîn îro di wê demê de tiştê ku me qise kirin ana yek bi yek jibo me dibe sedama dozvekirinê."

Heke Dadgeha Îstinafê vê cezayê pesend bike, ji sîyasetmedar Firat re wê rêya zindanê were vekirin. Firat vê yekê wiha rave dike, "Li Amedê Dadgeha Cezayê Giran di derheqê min de 6 sal û 3 meh ceza birî. Em vê yekê bi hîç awayeke napejirînin. Li ser vê jî me serî li Dadgaha Îstinafê da ku ev ceza were betalkirin. Lê ya rastî tenê ceza tenê ev jî nine, dozek jî li 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê de hate vekirin. Di demê berê de me çi gotîye ana yek bi yek li pêşîya me dibe sedemên darizandinê."

Sîyasetmadar Dîyadîn Firat weha dibîne ku ev yek li gorî hiqûqê û demokrasîyê ye. Ew amaje dike ku dewlet pêwîste pêşîya gengeşîyan veke û pirsgirêka Kurd çareser bike.

Wî got, "Pêvajoya aşitîyê di cî de bû. Lazime ev pêvajo were berdewamkirin, ne bibe sedemên dozvekirina û cezadayînan. Heke pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, kêşeyên Tirkiyê jî dê zêdetir bibin."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 16 07 2022