Sîyasetvan Haşimî Pêşketinên Dawî li Tirkîye Dinirxîne

Haşim Haşimî

Di hevpeyveyvîneka Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan û parlanmenterê berê Haşim Haşimî êrîşa li hember sîyasetvanê Kurd Ahmet Turk û bandora wê êrîşê li ser peywendîyên AKP û BDP şîrove dike.

Birêz Haşimî dibêje, ew êrîş plankirî bû û karê xêta tûndrê ya Trabzon û Samsun e. Gava min dît ku doza bûyerên Qopê şandin bajarê Samsunê, ez bi şik û guman ketim ku bûyerên wî rengî dikanin çêbin.

Birêz Haşimî berdewam dibêje, tiştê baş ev e ku birêz Ahmet Turk û hikûmeta AKP vê peyvajoyê bi serfirazî derbaz kirin û rê nedan provokasyonan. Bi xêra vê êrîşê, rîya ditalogê li navbêra her du alîyna jî carekî din vebû.

Haşim Haşimî dibêje, hêvîya wî ev e ku parlamenterên BDP piştgirî bidine paketa AKP ya guherêna qanûna bingehîn.

Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka jorîn ya destê rastê kilîk bikin.